Adar 04, 2019 20:26 Asia/Tehran
  • PDK û YNK`ê li ser çend pirsan lihev kirin

Partiya Demorkata Kurdistana Iraqê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistana Iraqê (YNK) îro li ser pirsa pêkanîna kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê û çend mijarên din ên ku têkildarî wan nakok di navbera herdu aliyan de hebûn, lihev kirin. Cîgirê Serokê PDK û Cîgirê Sekreterê Gişt YNK`ê jî rêkevtina navbera herdu partiyan bo qonaxa pêşerojê de îmze kirin.

Piştî civîna duh yekşemî ya şanda Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ligel serokê PDK`ê Mesûd Barzanî, îro duşemî polîtboruyên PDK`ê û YNK`ê li Hewlêrê civiyan.

Li gorî rapora mêdyayên Herêma Kurdistana Iraqê, di civîna îro de PDK û YNK`ê li ser wan mijarên ku bi hev re nakok bûn, ihev kirin. Cîgirê Serokê PDK û Cîgirê Sekreterê Gişt YNK`ê jî rêkevtina navbera herdu partiyan bo qonaxa pêşerojê de îmze kirin.

Li gor agahiyan, di civîna îro de PDK û YNK`ê li ser rewşa Kerkûkê, beşdariya di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê de û herwiha pirsên girêdayîyê Bexdayê lihev kirine.

Piştî îmzekirina rêkevtinê, Sekreterê Polîtboruya PDK`ê, Fazil Mîranî di civîneke çapemenîyê de got: “Piştî rêkevtina PDK û YNK`ê divê parlamento dest bi karê xwe bike û yasaya seroaktiya Herêmê sererast bike. Herî destpêkê divê em Serokê Herêma Kurdistanê hilbijêrin.”

Cîgirê Sekreterê Gişt Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, Kosret Resûl Elî jî piştî îmzakirina rêkevtinê ragihand: “Rêkevtina navbera PDK`ê û YN`Kê giring e û em ê ligel PDK`ê destkevtan biparêzin.”