Adar 04, 2019 11:24 Asia/Tehran
  • Daxwaza Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê jibo vegerandina meytên 50 keçikên Êzdî ji Sûriyê

Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê bi daxûyaniyekê tevî şermezarkirina karesata seriyê 50 keçikên Êzdî ji aliyê DAIŞê va li Sûriyê, daxwaza kiryarên qanûnî jibo vegerandina meytên wan bo Şengalê kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Di daxûyaniya ku ji aliyê Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê va û wek berteka li hemberî jêkirina serê 50 keçikên Êzdî ji aliyê çeteyên DAIŞê va li navçeya Baxûza Sûriyê hatiye weşandin, hatiye ku Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê vê karesatê bi tundî şermezar dike.

Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê li vê daxûyaniyê ji navendên têkildar li dewleta navendî ya Irqê û Herêma Kurdistanê xwestiye ku hemî belgeyên vê karesatê berhev bike.

Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê her wiha destnîşan kir ku ev cinayet û cinayetên din ên DAIŞê wek sûcên navneteweyî tên zanîn û wek sûcên cengî û nijadkujî û cinayeta li dijî Mirovahiyê ye.

Di rojên bihurî da mêdyayên ewropî û rêxistinên Êzdiyan li Herêma Kurdistanê ragihandin ku çeteyên DAIŞê li Baxûza Sûriyê wek tolhildanekê li hemberî têkçûnên xwe, 50 kes ji keçikên Êzdî ku di sala 2014an va ji şengal revandin û wek kole girtibûn, serjê kirine û seriyên wan ên birrî ji aliyê serbazên Brîtanyayî yên endfamê Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞê li Sûriyê va hatine vedîtin.

Hêjayî gotinê ye ku gelê Şengalê wek itiraza lihemberî nûçeya serjêkirina 50 keçikên Kurd ên Êzdî li Baxûza Sûriyê ji aliyê çeteyên DAIŞê va, xwenîşandan bi rê xistine û daxwaza hilkolandin û şopandina vê karesatê ji aliyê dewleta Iraqê û Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên çalak li warê Mafên Mirovan kirine.