Adar 03, 2019 16:16 Asia/Tehran
  • Dadgeha Silêmaniyê ji bo Şasiwar Ebdulwahid hikmê girtinê derxist

Çavkaniyeka agehda ji derxistina hikmê girtinêl ji bo serokê Tevgera Nivşa Nû bi tawana bêrêziya li karmendên Herêma Kurdistanê agahî da.

Li gorî rapora Kurdpreess`ê, ji bo serokê partiya Nivşa Nû ji ber tawana bêrêzî û gefxwarina li fermanberênHerêma Kurdistanê hikmê girtinê hatiye dayîn.

Îro 03.03.2019`ê çapemeniya ser bi Şasiwar Ebdulwahîd belav kir, piştî amadebûna li pêş dadgeha Silêmaniyê, hikma girtina Şasiwar Ebdulwahîd li ser biryara dadwer hatiye dayîn.

Hikma girtina erokê partiya Nivşa Nû li gor madeya 229 a yasaya cezayê ya Iraqê hat dayîn, ku taybet e li ser sivikayîkirin an jî gefxwarina li fermanber û kesekî erkdar ê di xizmeta giştî de ye û cezaya wê jî girtîgeh e.