Adar 02, 2019 16:16 Asia/Tehran
  • 21 Êzdiyên azadbûyî ji destê DAIŞê gihîştine Şengalê

21 kes ji Kurdên êzdî yên azadbûyî ji destê DAIŞê tevî astengîderxistina artêşa Iraqê ji sînorên navbera Sûriye û Iraqê derbas bûn û gihîştine Şengalê.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Kanala Rûdawê ragihand ku 21 kes ji Kurdên Êzdî ku sala 2014an ji aliyê çeteyên DAIŞê va ji Şengalê hatibûn revandin û bi veguhestina bo Sûriyê ji aliyê vê komê va hatibûn dîlgirtin, di rojên dawî da bi têkçûna DAIŞê bi destê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD), hatin azadkirin.

Li gorî vê nûçeyê, Êzdiyên azadbûyî piştî filitîna xwe ji destê DAIŞê xwe gihandin sînorê navbera Iraq û Sûriyê, lê artêşa Iraqê bi girêdana derbasgehên sînorî nehîşt ku ewna derbasî nav axa Iraqê bibin û tevî vêya rastî berxwedana hejamreka zêde ya Kurdên Êzdî û xizm û kesên azadbûyiyan hatin û kurdên Êzdî rê jibo hatina azadbûyiyan bo nav axa Iraqê vekirin.

Li pey vekirina sînorê navbera Iraq û Sûriyê, 21 Kurdên Êzdî yên azadbûyî ketin nav axa Iraqê û piştra çûne Şengalê û warê xwe û ji aliyê şêniyên Şengalê va hatin pêşwazîkirin.

Azadbûyiyan ji Rûdawê ra gotin ku di heyama dîlbûnê da bi awayekî hovane ji aliyê çeteyên DAIŞê va hatine işkencekirin û tûşî gellek derbe û ziyanên bedenî û rûhî bûne.

Navçeya şengalê di roja 3ê Tebaxa sala 2014an da kete ber êrîşa berfireh a DAIŞê û zêde ji 500 hezar Kurdên Êzdî yên vê navçeyê ketin tevkujiya DAIŞê û bi hezaran Êzdî ji aliyê DAIŞê va hatin revandin û wek kole hatin bikaranîn.

Li gorî amar û texmînan, Ji ber êrîşa DAIŞê li ser Şengalê 6 hezar û 417 Kurdên Êzdî ji aliyê vê komê va hatin revandin û wek kole hatin bikaranîn û Mehma Xelîl fermandarê berê yê Şengalê jî ragihandiye ku hela jî tu agahiyek ji çarenûsa zêde ji 3 hezar ji wan tune.

Di rojên dawî da û bi têkçûna DAIŞê li Sûriyê, hejmareka Kurdên Êzdî ji aliyê Kurdên Êzdî va hatine azadkirn û li halê vegeriyana bo nav xzm û kesên xwe ne.