Sibat 28, 2019 16:21 Asia/Tehran
  • Herêma Kurdistana Iraqê di 4 mehan de 25 milyon bermîl nift firotîye derve

Şirketa Hesabşopandina Navnetewî ya Deloitte ragihand ku Herêma Kurdistana Iraqê di 4 mehên dawîya sala 2018`an de 25 milyon bermîl nift firotîye derva.

Li gorî rapora Malpera Hawilatî, Şirketa Hesabşopandina Navnetewî ya Deloitte ku li gorî peymana digel Herêma Kurdistana Iraqê eva 3 sal in çavdêrîyê ser karên nifta vê Herêmê dike, di çaremîn rapora xwe da ragihand ku Herêma Kurdistana Iraqê di 4 mehên dawîya sala 2018`an de 25 milyon bermîl nift firotîye derva.

Di vê raporê da hatîye ku Herêma Kurdistana Iraqê ew 25 milyon bermîl nift bi 2 milyard û 262 milyon Dolarî firotine.

Di rapora Şirketa Hesabşopandina Navnetewî ya Deloitte de hatîye ku ev amara tenê borîya veguhestina nifta Herêma Kurdistanê bo Bendera Cêyhan a Tirkîyê digire ber xwe.

Di sêyemîn rapora Şirketa Hesabşopandina Navnetewî ya Deloitte de hatibû ku Herêma Kurdistana Iraqê di 3 mehên destpêka sala 2018`an de 28 milyon bermîl nift firotîye derve.