Sibat 28, 2019 09:40 Asia/Tehran
  • DAIŞ`ê serê 50 keç û jinên Êzidî jêkirin

Serokê Eşîrên Şingalê Luqman Gulî ragihand ku têrorîstên DAIŞ`ê vê dawîyê li bajarokê Baxoza parêzgeha Dêrezorê li rojhilatê Sûriyê serê derdora 50 jin û keçên Kurd ên Êzidî jêkirin.

Serokê Eşîrên Şingalê Luqman Gulî derbarê çarenivîsa Kurdên Êzidî yên di 3`yê Tebaxa 2014`an de ji aliyê têrorîstên DAIŞ`ê ve hatine revandin de civîneke rojnamevanîyê saz kir.

Luqman Gulî wiha got: “Me berî çend saetan agahiyeke biêş bihîst. Tê gotin ku di van heyamên dawiyê de li bajarokê Baxozê yê Sûriyê DAIŞ`iyan serê derdora 50 jin û keçên Êzidî jêkirine.”

Gulî diyar kir wan ev zanyarî ji çavkaniyên hêzên Brîtanî wergirtine û da zanîn ku tevahiya ew keç û jinên Kurd ên Êzidî yên hatine kuştin di tebaxa 2014`an de li Şingalê ji alîyê têrorîstên DAIŞ`ê ve hatibûn revandin.

Serokê Eşîrên Şingalê daxwaz ji Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞ`ê kir ew tevahiyan dîlên di destê DAIŞ`ê de ne rizgar bikin û wiha domand:  “Em daxwazê ji hikûmeta Iraqê dikin berpirsiyaretiya xwe li beramberî hemwelatiyên xwe pêk bîne. Em dixwazin ku rewşa kesên hatine revandin were zelalkirin.”

Gulî herwiha got: “Em banga tevahiya saz û dezgehên navnetewî yên peywîndidar, Encumena Asayişa Neteweyên Yekbûyî û nûnerên dewletan dikin ku li Iraq û Sûriyê ji bo rizgarkirina dîlên di destê DAIŞ`ê de kar bikin.”