Îran dixwaze pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistana Iraqê bihêz bike
Balyozê Îranê li Iraqê tekez dike, di siberojê de peywendiyên xwe digel Herêma Kurdistanê bihêztir dikin û dibêje, aramiya Herêma Kurdistanê ji bo wan giring e.
Îro, Şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî digel Balyozê Îranê li Îraqê Îrec Mescidî civiya. Di civînê de amaje bi dawîn pêngavên hilbijartin û pêkanîna saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê hat dayîn û tekezî li giringiya wan gavên demokrasî yên di navbeyna aliyan de hat kirin.
Ji aliyê xwe ve, Balyozê Îranê li Iraqê hêvîdariya xwe li bara mekanîzma pêşxistina peywendiyên digel Îraq û Herêma Kurdistanê diyar kir û tekezî li piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê kir. Herweha ragihand, di siberojê de, dê wan peywendiyan bihêz bikin, û aramiya Herêma Kurdistanê ji bo wan giring e.