Sibat 19, 2019 20:57 Asia/Tehran
  • Lihevkirina PDK`ê û Gorranê ji bo vejîyandina posta Serokatîya Herêma Kurdistana Iraqê

Partîya Dêmokirat a Kurdistana Iraqê (PDK) û Tevgera Gorranê lihev kirin ku serokê nû yê Herêma Kurdistana Iraqê li Parlimanê were bijartinê û di dewra nû ya Parlimana vê navçeyê de destûra bingehîn a Herêma Kurdistana Iraqê jî were amadekirinê.

Li gorî lihevkirina ku PDK`ê û Tevgera Gorranê, biryar hat dayîn ku posta Serokatîya Herêma Kurdistanê ku di dewra buhurî da hilawêstî mabû, ji vê rewşê were deranînê û herwiha Parlimana Herêma Kurdistanê serrastkirinê di desthilata Serokatîya Herêmê de destpê bike.

Nakokîya di navbera PDK`ê û Tevgera Gorranê têkildarî pêkanîna çaksazîyan di desthilata Serokatîya Herêmê di sala 2015`ê de bû sedema girêdana Parlimana Herêmê û derxistina Tevgera Gorranê ji hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê.

PDK`ê û Tevgera Gorranê herwiha lihev kirin, hemî qanûnên ku têkildarî gelê Herêma Kurdistanê ne bi lihevkirina hemî partîyan li Parlimana Herêma Kurdistanê bên pejirandin û rola çavdêrîyê ya Parlimanê ser dezgehên hikûmetê were zêdekirin.

Li gorî lihevkirna PDK`ê û Tevgera Gorranê, destûra bingehîn a Herêma Kurdistana Iraqê jî di vê dewra Parlimanê de bi pişkdarîya partîyên kurdan were amadekirin û pejirandin.

Bi vê lihevkirina PDK`ê û Tevgera Gorranê wer xûya dike ku Komela Islamî ya Kurdistanê, Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê û Nivşa Nû ji hikûmetê hatin wêdedayînê û kabîne yê bi pişkdarîya PDK`ê, YNK`ê û Tevgera Gorranê û hejmareke partîyên biçûk û nunerên kêmîneyên etnîkî û mezhebî were pêkanînê.

Eva di halekî da ye ku PDK`ê hê nekarîye ji bo pêkanîna kabînê bi YNK`ê re lihev bike.