Sibat 19, 2019 17:41 Asia/Tehran
  • Desteyeka sîyasî ya YE`yê seredana Herêma Kurdistana Iraqê kir

Desteyeka YE`yê bi serokatîya ALîkarê Serokwezîrê Bêljîkê û Wezîrê Aborîya vî welatî bi merema gotûbêja digel rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê

Li gorî rapora Malpera Havwilatî, Alîkarê Serokwezîrê Bêljîkê Alêksandêr Dîkro digel Wezîrê Aborîya vî welatî digel desteyeke YE`yê gihîştin Hewlêrê.

Nunerê Herêma Kurdistana Iraqê li YE`yê Dilawer Ajgeyî jî ji malpera PDK`ê ra got ku Komîserê Pillebilind ê Karên Penaberan ê YE`yê jî digel wê desteyê seredana Herêma Kurdistanê kirîye.

Wî herwiha got: Biryar e ku ew desteya bi merema berfirekirina peywendîyên YE`yê û Herêma Kurdistanê, bi rayedarên pillebilind ên Herêma Kurdistanê re gotûbêjê bike.