Sibat 17, 2019 18:07 Asia/Tehran
  • Endama Civata Rêvebirîya YNK`ê: Nakokîya sereke ya di navbera YNK`ê û PDK`ê da li ser Kerkûkê ye

Endama Civata Rêvebirîya Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand ku nakokîya sereke ya di navbera YNK`ê û Partîya Dêmokirat a Kurdistanê (PDK) da li ser Kerkûkê ye û YNK`ê ji bo nehîştina vê nakokîyê hewil dide civîna Parlimana Herêma Kurdistanê were paşdaxistinê.

Endama Civata Rêvebirîya Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Bilîse Cebbarê di hevpeyvîna digel televîzyona Kurdistan24`ê da ragihand ku gotûbêja di navbera partîyên Herêma Kurdistanê tîkildarî hikûmeta nû ya Herêmê yê îro bidome lewma YNK`ê hewil dide civîna sibê ya Parlimana Herêmê ku biryar e ji bo kivşkirina desteya serokatîyê were lidarxistinê, paşda bikeve.

Wê herwiha got ku armanca sereke ya YNK`ê têkildarî paşdaxistina civîna Parlimana Herêmê, lihevkirina ser wê reşnivîsê ye ku YNK`ê derbarê Kerkûkê û pêkanîna hikûmeta Herêmê raberî PDK`ê kirîye.

Bilîse Cebbarê herwiha got ku nakokîya sereke ya di navbera YNK`ê û PDK`ê da li ser Kerkûkê ye û di halekî da ku YNK`ê pêgirîyê dike ku meseleyên têkildarî Kerkûkê, hikûmeta Herêmê, peywendîyên digel Bexdayê û meseleyên di navbera YNK`ê û PDK`ê da divê di çarçova pakêtekê da bên çareserkirinê, PDK`ê dijî vê yekê ye.

Seîd Herkî Parlemanterê PDK`ê jî pêgirî kir ku civîna Parlemana Herêmê bêyî pişkdarîya YNK`ê jî dikare were lidarxistinê û PDK`ê yê bi partîyên din ra, endamên Desteya Serokatîya Parlimanê hilbijêre.