Sibat 17, 2019 15:12 Asia/Tehran
  • Postên Gumrikê navbera Herêma Kurdistanê û bajarên din ên Iraqê hatin rakirin

Postên Gumrikê yên ku di navbera Herêma Kurdistanê û bajarên din ên Iraqê bi taybet Kerkûkê hatibûn danînê li gor hikmê fermî yê dewleta navendî ya Iraqê hatin rakirin.

Malpera Sibey duh nivîsîbû ku li gor hikmê fermî yê desteya wezîrên Iraqê postên Gumrikê yên ku di navbera Herêma Kurdistanê û bajarên din ên Iraqê bi taybet Kerkûkê hatibûn danînê hatin rakirin.

Hikmê rakirina van postên gumrikê berî vê yekê li parlemana Iraqê hatibû pejirandin û desteya dewleta Iraqê jî ew piştraast kir ku duh ev hikma kete meriyetê.

Herwiha biryar e ji îro ve lihevkirina Hewlêr û Bexdayê ser wekhevkirina karûbarên terîfe û bêşên gumrikî yên deriyên sînorî li ser sînorên Iraq û Herêmê tev welatên din cih were.

Postên gumrikî piştî kêşeya navbera dewleta Iraqê û Herêma Kurdistanê ji aliyê serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî hatibûn danînê.