Sibat 11, 2019 19:31 Asia/Tehran
  • Hêzên Pêşmerge di demeke nêzîk da yê vegerin Kerkûkê

Parlimanterekî Kurd li Parlimana Iraqê dibêje ku Hêzên Pêşmerge di demeke nêzîk da yê vegerin Kerkûkê.

Li gorî rapora Kanala Kurdistan24`ê, Parlemanterê Firaksiyona PDK`ê li Parlemantoya Iraqê Beşar Kîkî ragihand ku hêzên Pêşmerge yê vegerin navçeyên kêşeliser û di destpêkê di dawîya vê mehê da vegerin Kerkûkê.

Ji aliyê xwe ve, parlemanterê berê yê PDK`ê li Parlemantoya Iraqê Şaxwan Ebdula jî di koma nûçegihanan de aşkere kir ku Hêzên Pêşmerge yê vegerin navçeyên kêşeliser nemaze Kerkûkê.

Vegera Hêzên Pêşmerge bo herêmên kêşeliser û Kerkûkê bûye mijara germî a rojeva Herêma Kurdistanê û Bexdayê. Çend fermandarên her du aliyan jî ew pirs piştrast kirine, lê ta niha mîkanîzma veger û erka hêzên Pêşmerge nehatine diyarkirin.

Eva di halekî da ye ku Şêx Ceifer Şêx Mustefa rayedarê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê li gotûbêja bi malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê re raghand ku roja yekşemiyê,10 Sibatê, yekim civîna hevpar navbera taxima Wezareta Pêşmerge û Artêşa Iraqê li Xaneqînê li bara vegeryana  hêzên Pêşmerge bo vê navçê û avakirina  hêza hevpar bo dabînkirina ewlehiya navçê hat lidarxistin.

Wî herwiha got: Ev civîna bona damezrandina hêza hevpar ên Pêşmerge û Artêşa Iraqê li navçên kêşeliser didome.