Kanûn 15, 2018 16:50 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî bi serokê Meclisa Iraqê re hevdîtin pêk anî

Li hevdîtina serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê û serokê Meclisa Iraqê, mijara pêkanîna dewleta nû ya Iraqê hate gotûbêjkirin.

Li gorî rapora Malpera Fermî ya Partya Demokrat a Kurdistanê, Mihemed Helbusî, serokê Meclisa Iraqê, li sefera xwe ya bo Herêma Kurdistanê, piştî seredana Dihokê û beşdariya li cejna taybetî Kurdên Êzidî, bi Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê re li Hewlêrê, hevdîtin û û gotûbêj pêk anî.

Li gor daxuyaniya civînê, êvara înê 14-12-2018an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziya Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî û şanda li gel wî kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlehî ya niha ya Iraqê û hewldanên ji bo temamkirina kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û tijekirina wan postan ku heta niha mane û ew pirsgirêkên ku derdikevin pêşiya pêvajoyê hatin gotûbêjkirin û herdu aliyan tekezî li ser giringiya temamkirinê û pêvajoyeke bi sihet li Iraqê kirin.

Herwiha di beşeke din a hevdîtinê de herdu aliyan pirsgirêkên Hewlêr – Bexdayê û hewldanên ji bo çareserkirina wan li gor destûrê gotûbêj kirin û ronahî xistin ser rewşa awareyên destê terorê yên li Herêma Kurdistanê û tekezî li pêwîstiya alîkarîkirina wan ji aliyê hikûmeta Iraqê û vegera wan bo deverên xwe û avakirina wan deverên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, kirin.

Gotûbêjkirina rewşa herêmê bi giştî û hevkarî û hevahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê û çend mijarên din, beşeke din a hevdîtinê bûye.

Eva duyemîn sefera Helbusî bo Herêma Kurdistana Iraqê, piştî bijartina wî ya wekî serokê Meclisa Iraqê tê hesêb.