Kanûn 15, 2018 09:40 Asia/Tehran
  • Tirkîyê dîsan çend deverên Herêma Kurdistana Iraqê bombebaran kirin

Balafirên cengê yên Artêşa Tirkîyê di siet 11`ê şevê înîyê da careka din sînorê hewayî yê Herêma Kurdistana Iraqê li bajarokê Amêdîyê bezandin û sînorê Şêladizê bi giranî bombebaran kirin.

Çavkanîyekî haydar ji Malpera Sipîmêdyayê re ragihand: Balafirên cengê yên Artêşa Tirkîyê sînorê hewayî yê Herêma Kurdistana Iraqê li bajarokê Amêdîyê bezandin û derdora çiyayê Xalê û gundê Şacîyê dan ber bombeyan.

Li gorî daxûyanîya Serokerkaniya Giştî ya Artêşa Tirkiyê firokeyên şêr ên vî welatî roja pêncşemê jî pêgehên PKK`ê li Şingalê û çiyayê Qereçûxê bombebaran kirin.

Balafirên cengê yên Tirkiyê duh herwiha bilindahiyên devera Biradostê li Herêma Kurdistana Iraqê bombebaran kirin.

Êrişên vê dawîyê yên Tirkîyê ser bakura Iraqê bûn sedema nerazîbûna Wezareta Karên Derve û Serokparlimanê Iraqê û Bereya Niştîmanî ya Dijî Dagirkerîyê li Herêma Kurdistana Iraqê.

Ser vî esasî Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand ku bi nîşana nerazîbûna li hemberî êrişên hewayî yên Tirkîyê ser baregehên PKK`ê li bakura Iraqê, sefîrê Tirkîyê vexwendîye.

Berteka Bereya Niştîmanî ya Dijî Dagirkerîyê li Herêma Kurdistana Iraqê daxwaz ji Serokomar û her du parlimanên Iraq û Herêma Kurdistana vî welatî kir ku li hemberî êrişên Tirkîyê helwestê nîşan bidin.

Bereya Niştîmanî ya Dijî Dagirkerîyê li Herêma Kurdistana Iraqê di daxûyanîyekê da ragihand: Gelê Herêma Kurdistanê li ser axa xwe tûşî neheqîyê dibe, dewleta Tirkîyê biryar daye ku dijayetîya hebûna kurdan bike.

Serokê Parlimana Iraqê Mihemed Helbûsî jî ku bi merema gotûbêja digel rayedarên Herêma Kurdistanê seredana Hewlêrê kiriyîe, duh di merasima cejna Êzidîyan de êrişa Tirkîyê ser Mexmûr û Şingalê şermezar kir.

Helbûsî dîyar kir ku em li dijî her êrişa ku serwerîya axa Iraqê binpê dike ne.