Berteka Bereya Niştîmanî ya Dijî Dagirkerîyê li hemberî êrişên Tirkîyê
Kanûn 14, 2018 10:36 Asia/Tehran
Berteka Bereya Niştîmanî ya Dijî Dagirkerîyê li Herêma Kurdistana Iraqê daxwaz ji Serokomar û her du parlimanên Iraq û Herêma Kurdistana vî welatî kir ku li hemberî êrişên Tirkîyê helwestê nîşan bidin.
Berteka Bereya Niştîmanî ya Dijî Dagirkerîyê li Herêma Kurdistana Iraqê di daxûyanîyekê da ragihand: Gelê Herêma Kurdistanê li ser axa xwe tûşî neheqîyê dibe, dewleta Tirkîyê biryar daye ku dijayetîya hebûna kurdan bike.
Di dewama wê daxûyanîyê da hatîye: Pêwîst e Serokomar, hikûmet û Parlimana Iraqê erka xwe ya destûrî berçav bigirin û rê nedin ku sînorê bejayî û hewayî yê welêt were derbaskirinê û hevwelatî bibin gorîyê pawanxwazîya dewletên herêmê.