Kanûn 13, 2018 19:57 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Nadiya Muradê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê îro pêncşembî 13`ê Kanûnê pêşwazî li keça Kurd a Êzidî û xwediya Xelata Nobel a Aştiyê, Nadiya Muradê kir û her du aliyan di derbarê rewşa Kurdên Êzidî de gotûbêj kirin.

Li gorî rapora ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanî di vê hevdîtinê de, ji ber wergirtina Xelata Nobel a Aştiyê, pîrozbahî li keça Kurd a Êzidî Nadiya Muradê kir û hêviya serkevtinê jê re xwest.

Nêçîrvan Barzanî herwiha tekezî li ser hemû cure piştgiriyekê bo kar û çalakiyên mirovî yên Nadiya Muradê yên ji bo aştiyê û xizmetkirina bo qurbaniyên Êzidî û gihandina dengên wan bo cîhanê, hewlên jibo rûbirûbûna terorê û cezakirina terorîstên DAIŞ`ê û nasanduna kêysa Êzidiyan weke cenosîd li cîhanê û parastina wan, kir.

Li gorî heman daxuyaniyê, Keça Kurd a Êzidî ya rizgarbûyî ji destê DAIŞ`ê û xwediya Xelata Nobel a Aştiyê, Nadiya Muradê jî di vê hevdîtinê spasiya serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kir û bi kurtî behsa serpêhatî û trajediya xwe û Êzidyan kir û amaje bi hewlên xwe yên jibo vegerandina aramî û aştiyê bo civaka Êzidîyan û tevahiya qurbaniyên destê terorê bi giştî kir.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de, Nadiya Muradê behsa rewşa niha ya Êzidiyan û bi taybet jî navçeya Şingalê kir û daxwaz kir, ku Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê di avedankirina Şingalê û navçeyên din ên êzidiyan de, vegerandina awareyan û jiyanê û parastina istiqrarê li navçeyê, rola xwe bilîze.

Her di heman hevdîtinê de, Nadiya Muradê nusxeyek ji pirtûka xwe ya bi navê Keça Dawîn ku bi ingilzî hatiye çapkirin, weke diyarî pêşkêşî Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanî kir.