Kanûn 13, 2018 16:11 Asia/Tehran
  • Zexta Tirkîyê û qedexekirina çalakîyên tevgera ser bi PKK`ê li Herêma Kurdistana Iraqê

Tirkîyê zextên sîyasî û aborî ser Herêma Kurdistana Iraqê de bi merema girêdana nivîsgehên tevgereka ser bi PKK`ê sepandin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Kurdpress`ê, Herêma Kurdistana Iraqê bi dû zextên Tirkîyê biryar da ku partîyên sîyasî yên çalak li Herêma Kurdistanê ku ji dewleta Iraqê îzna karkirinê wergirtine lê ji Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê wernegirtine qedexe bike. Yek ji wan partîyana Tevgera Azadî ye ku îdolojîya PKK`ê dişopîne û radigihîne ku girêdana nivîsgehên wê neqanûnî ye û tenê di bersiva gefên Tirkîyê da pêk hatîye.

Hêzên Asayişê yên Herêma Kurdistana Iraqê di roja 29`ê Cotmehê da nivîsgehên Tevgera Azadîyê li Silêmanîyê û şarên din ên wekî Qeladizê, Raperîn, Koyê û Kifrîyê girêdan.

Tevgera Azadîyê ku ser navê Partîya Tevgera Civaka Azad a Kurdistanê jî tê naskirinê, di Cotmeha sala 2014`an de hat damezirandinê. Vê tevgerê di Kanûna sala 2017`ê da belgeya karkirinê wekî partîya sîyasî li hemî axa Iraqê ji Komsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê wergirt. Tevgera Azadîyê bi saya hevalbendîya digel Tevgera Nivşa Nû li Kerkûkê û deverên kêşeliser karî kursîyekê li Parlimana Iraqê bi dest bixe.

Bi dû giştpirsîya serneketî ya 25`ê Îlona sala 2017`ê li Herêma Kurdistana Iraqê, Tirkîye li hemberî partîyên sîyasî yên kurdan li herêmê zêdetir hestyar bû û bi awayekî berdewam rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê hişyar kirin ku divê xebata wan partîyên kurd ên dijberê Enqerê bisînor bikin.

Bi dû wan zextana, Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê û endamê YNK`ê Qubad Talebanî di 25`ê Mijdarê da ferman da ku nivîsgehên partîyên ku belgeya karkirina li Herêma Kurdistanê tinene bên girêdanê. Lê Berdevkê Fermî yê Tevgera Azadîyê got ku girêdana nivîsgehên vê partîyê neqanûnî û biryareke sîyasî ye ku li gorî zextên Tirkîyê ser Herêma Kurdistana Iraqê hatîye dayînê.