Kanûn 13, 2018 15:34 Asia/Tehran
  • Bawernameyên 72 zanîngehên îranî li Herêma Kurdistana Iraqê tên erêkirinê

Hejmara zanîngehên îranî yên bawernameyên wan li Herêma Kurdistana Iraqê bihitbar tên naskirinê ji 29`an bo 72`yan jorda çû.

Wezîrê Zanist û Perwerdeya Bilind ê Herêma Kurdistana Iraqê Yûsif Goran şeva buhurî di hevdîtina digel Serkonsulê Komara Islamî ya Îranê li Hewlêrê Murteza Ibadî got: Herêma Kurdistana Iraqê vîneke ciddî ji bo berfirekirina hevkarîyên zanistî yên digel zannîgehên Îranê heye.

Di eynî halî da nîşangeha berhemên zanistî yên zanîngehên Îranê hefteya bê wê bi amadebûna Wezîrê Zanist û Perwerdeya Bilind ê Herêma Kurdistana Iraqê û Serkonsulê Komara Islamî ya Îranê li Hewlêrê bê vekirinê.