Kanûn 11, 2018 19:49 Asia/Tehran
  • PDK û YNK bi hev re civiyan

Politburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê civiyan.

Piştî civîna di navbeyna Politburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) de, daxûyaniya hevbeş a civîna PDK – YNK hate ragihandin.

Di daxûyaniya civînê de ku liser daxwaza YNK`ê  pêk hat, 4 xalên hevbeş hatin eşkerekirin.

Li gorî daxûyaniyê: Pêwendiyên PDK û YNK di çarçoveya pêkanîna piştgiriyek bihêz ji hukimeta Herêma Kurdistanê re dive bên pêşxistin, bi awayek domdar ev pêwendî lidar bikevin û ji bo çareseriya pirsgîrekên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî, xebatên hevbeş bên lidarxistin.

Herweha giringiya hevxebatê ji bo çareseriya pirsgîrekên herêmên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, bi taybet Kerkûkê hat pêgîrîkirin û giringiya pêkanîna projeya Komisyonek ji bo sistematizekirina pêwendiyên navxweyî yên Kurdistanê, yên ligel Bexdayê û yên derve jî, hate biryardan.

Daxûyanî, piştgiriya xwe ji Komisyona ji bo damezrandina hukimeta Herêma Kurdistanê, aliyên ku di hukimeta hevkar cîh bigrin de û beşdariya alî û pêkhateyan anî ziman.

Her di vê çarçoveyê de berdevkê YNKê got: Civîna îro destpêkek baş bû li gel PDKê.

Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ragihand, wan îro civîneke gelek baş bi Partiya Demokrata Kurdistanê re li dar xistine û tekez kir: Di civînê de me behsa dabeşkirina postan nekir. 

Berdevkê YNK`ê, Seidî Ehmed Pîre ragihand: Me civîneke gelek baş li gel PDKê li dar xist, lê belê me behsa dabeşkirina postan nekir, belku me tekezî li ser karkirina hevbeş kir. 

Berdevkê YNKê diyar kir: Civîna îro destpêkeke baş bû ji bo nehêlana wê dilsariya ku di dema bihorî de di navbera YNK û PDKê de çê bibû. 

Piştî wan aloziyên ku li Bexdayê li ser posta serokomarê Iraqê di navbera YNKê û PDKê de çê bibûn, ev yekemîn civîna bilind a di navbera herdu partiyan da ye. 

Îro Sêşembiyê 11ê Kanûna 2018 li bajarê Hewlêrê, şandeke pilebilind a YNKê bi serokatiya Kosret Resûl Elî li gel şandeke PDKê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî civiya.