Kanûn 11, 2018 19:08 Asia/Tehran
  • Wezîrê Enerjî yê Amerikayê çûye Herêma Kurdistana Iraqê

Wezîrê Enerijyê yê Amerikayê, Rick Perry (Rîk Pêrî), îro Sêşemê 11ê Kanûna 2018, gihişt Hewlêrê û ji alîyê Mesûd Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Wezîrê Enerjiyî yê Amerikayê piştî bidawîhatina seredana xwe ya Erebistana Siûdî, çû herêma Kurdistanê û li Belafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê ji alîyê Mesûd Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Rick Perry ji Adara sala 2017an ve, Wezîrê Enerjî yê Amerikayê û namzedê Serok Trump a vê wezaretê bûye.

Seredana Perry di demekê de ye ku dorpêçên Amerikayê dijî Komara Islamî ya Îranê di warê cîbicîkirinê de ne. Herweha berî demeka nêzîk petrola Kerkûkê bi rêkeftinek di navbera Hewlêr û Bexdayê de, bi rêya boriya petrola Kurdistanê ve digihîje bazara cîhanê.

Mesûd Barzanî ligel Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê û şanda pê re hevdîtineke pêk anî.

Mesûd Barzanî û James Rick Perry, piştî hevdîtinê civîna rojnamevanî pêk anîn

Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê, James Rick Perry, piştî civîna ligel Mesûd Barzanî got: “Amerîka û Herêma Kurdistanê xwediyên çavkaniyên girîng ên enerjiyê ne. Lewma em di wê baweriyê de ne ku li vir ji bo avakirina paşerojeke geş derfetên baş hene.”

Mesûd Barzanî û James Rick Perry, piştî hevdîtinê civîna rojnamevanî pêk anîn û bersiva rojnamevanan dan.