Kanûn 10, 2018 13:08 Asia/Tehran
  • Wezîra Alîkariyên Mirovî ya Polonyayê seredana Hewlêrê kir

Wezîra Alîkariyên Mirovî ya Polonya, Beata Kempa bi merema seredana kampên awareyan li Herêma Kurdistana Iraqê û alîkarîya bo wan û hevdîtina digel rayedarên Herêmê gihîşt Hewlêrê.

Wezîra Alîkariyên Mirovî ya Polonya, Beata Kempa li balafirgeha Hewlêrê ji alîyê berpirsê peywendîyên derve yê Herêma Kurdistana Iraqê Fellah Mistefa û Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî ve hat pêşwazîkirin.

Derbarê serdana vê şandê bo Herêma Kurdistanê de, Nûnerê Herêma Kurdistana Iraqê li Polonya, Ziyad Reûf li civîneke çapemenîyê ragihand: “Armanca Beata Kempa, wezîra karûbarên mirovî ya Polonya ev e, ku serdana kempa awareyan bike û piştre jî çend civîn û hevdîtinan ligel berpirsên Herêma Kurdistanê saz bike.”

Li gorî agahiyan, wezîra Polonî û şanda pê re wê du rojan li Herêma Kurdistanê bin û di vê serdanê de wezîra Polonî dê serdana çend kampên awareyan bike.

Nûnerê Herêma Kurdistanê li Polonyayê, Ziyad Reûf ragihand: “Wezîra Polonî dixwaze ji nêzîk ve agahdarê rewşa wan awareyan be, ku di kampên li Herêma Kurdistanê de nîştecih in, bi taybet rewşa awareyên Mesîhî û Êzidî, herwiha awareyên sûrî û yên navexweyê Iraqê, daku bikarin alîkariya Herêma Kurdistanê bikin.”

Ziyad Reûf herwiha got: “Siyaseta hikûmeta Polonya ev e, ku penaberan li welatê xwe wernagire, lê di hember de alîkariya awareyan li welatên wan bi xwe dike.”