Kanûn 10, 2018 07:37 Asia/Tehran
  • YNK`ê careka din civîna Parlimana Iraqê boykot kir

Parlimanterên Yekitîya niştîman ya Kurdistanê (YNK) civîna Parlimana Iraqê boykot kirin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Kurdpress`ê, Parlimanterê YNK`ê Mîran Mihemed li Parlimana Iraqê di vî warî da got: Parlimanterên YNK`ê civîna roja şemîyê ya Parlimana Iraqê ku taybet bi nasandina berbijarên 8 wezaretên mayî yên kabîna nû ya vî welatî bû, boykot kirin.

Wî herwiha got: Ev pêngava Firaksyona YNK`ê li Parlimana Iraqê bi nîşana nerazîbûna li hemberî nebûna navê berbijarê vê partîyê di lîsteyên berbijarên kivşkirî da hatîye rakirinê.

YNK`ê dixwaze ku Wezareta Dadwerîyê li kabîna nû ya Iraqê bi dest bixe û Xalid Şivanî wekî berbijarê vê postê daye nasandinê lê Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî ku eva du hem in ji bo pêkanîna kabîna nû hatîye erkdarkirinê, navê Xalid Şivanî nexistîye rêza navên berbijarên bidestxistina 8 postên wezaretî.

Firaksyona YNK`ê civîna berî vîya ya Parlimana Iraqê jî hema bi vê hegerê boykot kiribû û xwestibû ku ew lîsta were guhertinê û navê Xalid Şivanî jî têda were bicihkirinê.