Almanya alîkariya bo Herêma Kurdistanê didomîne
Wezîrê karên derve yê Almanyayê li hevdîtina bi cîgirê serokê civata ciwanên siyasî yên cîhanê ser dewama alîkariyên welatê xwe bo Herêma Kurdistanê teqez kir.
Li gorî rapora Kurd Press`ê û ji zarê malpera fermî ya Partiya Demokrat a Herêma Kurdistana Iraqê, Orsela Wen Derlayn li kêleka 31 mîn kongira partiya xiristiyanî ya demokrata Almanyayê tev Felah Hesen cîgirê serokê civata ciwanên siyasî yên cîhanê û nûnerê ciwanên partiya demokrata Kurdistanê hevdîtin pêk anî.
Wezîrê karên dreve yê Almanyayê li vê hevdîtinê raghandiye ku alîkariyên vî welatî bo Herêma kurdistanê li warên curbicur û piştgiriya ji gelê Herêmê didome.
Wî her wiha piştgiriya xwe ji kabîna dewleta nû ya Herêma Kurdistanê ku biryar e bi zûtirkl pêk were , ragahndiye.
Eva li halekê ye ku Partiya Demokrat a Herêma Kurdistana Iraqê bi hebûna 45 kursî ji sercem 111 kursiyên parlemana Kurdistanê wek partiya serketî yê hilbijartina parlemanî, Mesrûr Barzanî ji endamên pilebilind ên partiyê û berpirsê konseya ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê wek berbijarê partiya Demokrat bo posta serokwezîriya Herêmê û damezrandina dewleta nû daye nasandinê.