Kanûn 08, 2018 17:30 Asia/Tehran
  • Pêgiriya YNK`ê ji bo bidestxistina Wezareta Dadweriyê ya Iraqê

Rayedarekî Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) li ser pêgiriya partiya xwe ji bo bidestxistina posta Wezareta Dadweriyê ya Iraqê sekinî.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê ajansa nûçeyan a Itcah Pressê, Cemal Şekûr ji rayedarên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) li civîneke çapemeniyê got: YNK li ser helwêsta xwe ya bidestxistina posta Wezareta Dadweriyê ya Iraqê pêgiriyê dike û di tu rewşekê da wê desta jê nekişîne.

Şekûr tevî pêgiriya li ser vê yekê ku posta Wezareta Dadweriyê ya Iraqê mafê kurdan e û tam a YNK`ê ye, got: Heke nerazîtiyek li hemberî berendamê niha yê me ji bop posta Wezareta Dadweriyê ya Iraqê hebe, ev partîya ji bo guehrtina berendamê xwe amade ye, lê heta niha tu nerazîtiyek li dijî berendamê niha tunebûye.