Kanûn 05, 2018 11:30 Asia/Tehran
  • Pêşwaziya Partiya Şiyoyî ji berendamtiya Mesrûr Barzanî ji bo serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê

Endamê Konseya Rêbertiyê ya Partiya Şiyoyî (Komonîst) a Herêma Kurdistana Iraqê ji hilbijartina Mesrûr Barzanî wek berendamê serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê pêşwazî kir û destnîşan kir ku ew li vê postê dê bibe sebeba biserûberbûna dubare ya dewletê.

L gorî rapora Kurd Pressê ji zarê NRT'yê, Hundirîn Ehmed, ndamê Konseya Rêbertiyê ya Partiya Şiyoyî (Komonîst) a Herêma Kurdistana Iraqê wek berteka derbarê weşandina nûçeya hilbijartina Mesrûr Barzanî berpirsê Konseya Ewlehiyê ya Herêma Kurdstanê wek berendamê bidestxistina posta serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê ji aliyê Partiya Dêmokrat va, ragihand ku ev hilbijartin dikare bibe sebeba biserûberbûna dubare li herêmê û pêkhatina dewleteka hevgirtî li herêmê û têkoşîna dijî gendeliyê.

ndamê Konseya Rêbertiyê ya Partiya Şiyoyî (Komonîst) a Herêma Kurdistana Iraqê her wiha got ku vê partiyê hîn derbarê çalakiya xwe wek Partiya Dijber (Opozîsiyon) li herêmê biryar nedaye, lê ji hilbijartina Mesrûr Barzanî wek serokwezîrê nû yê Herêmê pêşwaziyê dike û ji bo wî li vê postê hêviya serketinê dike.

Her wiha Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê pêşwaziya xwe ji hilbijartina Mesrûr Barznî ji bo bidestxistina posta serokwezîrtiya Herêmê ragihandine, lê Partiya Nifşa Nû ji vî karê Partiya Dêmokrat rexne kiriye û destnîşan kiriye ku mafê vê partiyê ji bo bidestxistina du postên hakimiyetî tune û nikare hevdem du postên serokwezîrtî û serokatiya herêmê bigire destê xwe.

Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê niha yê herêmê jî wek berendamê posta serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê daye nasandin.