Kanûn 04, 2018 17:42 Asia/Tehran
  • Amerîka zexta li ser tevgera nêzikî PKKê li Silêmaniyê dişopîne

Nûnera Partiya Tevgera Azadiyê li Parlemana Iraqê ragihand ku Sekreterê Balyozxaneya Azmerîkayê li Bexdayê derbarê anîna zextê ser vê partiyê wek tevgera nêzikî PKKê lêkolînê dike.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Di heftiya bihurî da hêzên ewlehiyê yên parêzgeha Silêmaniyê li pûey fermana Qubad Talebanî, ji serkirdeyên YNKê û alîkarê serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê qedexetiya çalakiya partiyên bêyî destûrê li herêmê, ofîsên Partiya Tevgera Azadiyê ku wek tevgera nêzikî PKKê li herêmê tê zanîn, girêdan.

Li vî warî da malpera Jiyanê ragihand ku Yusra Receb nûnera Partiya Tevgera Azadiyê li Parlemana Iraqê ragihandiye ku hevdîtinek tev Krîstofer Koc, Sekreterê balyozxana Amerîkayê li Iraqê û berpirsê karên siyasî yên Balyozxanê û karê Mafên Mirov li Rojhilata Navînê pêk aniye û di vê hevdîtinê da anîna zextê li ser Partiya Tevgera Azadiyê û girêdana ofîsên vê partiyê hilêxistiye.

Yusra Receb her wiha got ku li vê hevcdîtinê amaje pê kiirye ku rewşa Mafên Mirov û azadiya gotin û baweriyê li herêmê nebaş e û îzna çalakiya li warê siyasî ya herêmê bo tevgerên azadîxwaz nayê dayînê.

Yusra Receb her wiha got ku Krîstofer Koç anîna zextê li ser tevgera nêzikî PKKêê û girêdana ofîsên wê li şaristanên parêzgeha Silêmaniyê wek binpêkirina aşkira ya Mafên Mirov daye zanîn û matmayîna xwe ji ber vê yekê ku dewleta Herêma Kurdistanê xalên sereke yên federalîsmê binpê kirine diyar kiriye û li halekî ku Partiya Tevgera Azadiyê destûra çalakiya xw eji dewleta Irqê wergirtiye û îzna xwe ya çalakiyê li vî welatî heye, çalakiyên vê partiyê qedexe kirine û ofîsên partiyê girêdane.

Yusra Receb destnîşan kiriye ku Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê ragihandiye ku derbarê mijara anîna zextê li ser Partiya Tevgera Azadiyê, lêkolîn dike û mijara girêdana ofîsên vê partiyê hildikolîne.

Ev di rewşekê da ye ku dewleta Amerîkayê di heftiyên bihurî da tevî têrorîstzanîna PKKê, xelata miliyon dolarî ji bo alîkariya bo girtina rêberên vê partiyê diyar kiriye.