Mijdar 18, 2018 19:06 Asia/Tehran
  •  Berdevkê hikûmeta Herêma  Kurdistanê: Rewş bona çareserkirina pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêr xweş bûye

Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê got: Destpêkirina derfirotina nifta Kerkûkê kiryareke erênî û pir giring e ku dê rewşê bona çareserkirina pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê xweş bike.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, Sefîn Dizeyî li gotûbêjeke taybet bi ajansa nûçan a Mewazîn Newsê re got: Pesenkirina  destpêkirina derfirotina  nifta Kerkûkê  ji aliyê dewleta federal yekim pêngava xweşkirina rewşê bona çareserkrina  pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê tê hesabê û kiryareke  pir baş ji aliyê dewleta Adil Ebdulmehdî ye ku bi sûda dewletên federal û Herêma  Kurdistanê be ku li pêşerojê dê bibe sedema hevhatina navbera her du aliyan li bara nift û gazê û xebitandina  sermayê û derbasgehên sînorî.

 Dizeyî her wiha bi bîr xist ku ev biryara  qirar bû  pêştir were dayîn lê pirsgirêkên  siyasî û helwestên  ku dewleta berê ya Iraqê girtibûn pêşiya cihhatina wê girtibûn.