Mijdar 15, 2018 11:31 Asia/Tehran
  • 3 welatîyên sivîl li bakura Iraqê bûn gorîyê êrişa hewayî ya Tirkîyê

Di encama êrişa balafirên cengê yên Tirkîyê ser bakura Iraqê da 3 welatîyên sivîl hatin kuştinê.

Di encama êrişa balafirên cengê yên Tirkîyê ser bakura Iraqê da, 3 welatîyên sivîl li gundê Erdenanê ser bi qezaya Amêdîyê canê xwe ji dest dan.

Ew sê kesana mijûlê çêrandina pezên xwe li deverê bûn ku ketine ber êrişê.

Li gorî rapora kanala Rûdawê, navê wan sê kesan wiha ye: Remezan Ehmed, Dilovan Salih û Ismayîl ku du kes ji wan pêşmerge û yek jî kadroyê PDK`ê bûye.

Li gorî raporên fermî îsal di encama êrişên hewayî yên Tirkîyê ser bakura Iraqê da 12 kesî li parêzgeha Duhokê canê xwe ji dest dane û 3 kes jî birîndar bûne.

Duh jî Rêveberê Nahiyeya Sîdekan Îhsan Çelebî di civîneke çapemenîyê da ragihand ku firokeyên cengê yên Tirkiyê di siet 9`ê danê sibê de gundên Xelîfan, Sîran, Şekan û Çiyayê Dêlê bombebaran kirin. Bi gotina Îhsan Çelebî bombebaran derdora 45 xulekan berdewam bûye.

Çelebî herwiha diyar kir ku hêzên PKK`ê roja Sêşemê (14.11.2018) derdora saet 08.30`ê de êrişî baregeheke  leşkerên Tirkiyê li wê herêmê kirin û bombebarana artêşa Tirkiyê piştî vê êrişa PKKê hate encamdan.

Çelebî dibêje ku ji Kanûna 2017`an ve ti binke û baregehên PKK`ê yên li sînorê Sîdekan nemane, tenê weke mefreze têne vê deverê.