Mijdar 14, 2018 20:30 Asia/Tehran
  • Sefîn Dizeyî: Boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê bandoreke xirab li aborîya Herêma Kurdistanê dikin

Berdevkê fermî yê Desteya Wezîran a Herêma Kurdistana Iraqê bal kişand ser boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê û ragihand ku ew boykotana bandoreke xirab li aborîya vê Herêmê dikin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Kurdpress`ê, Sefîn Dizeyî di civîneke çapemenîyê li Hewlêrê de bal kişand ser boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê û ragihand ku ew boykotana bandoreke xirab li aborîya vê Herêmê dikin.

Wî herwiha hêvî kir ku boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê bandorê li pêwîstîyên rojane û girîng ên Herêma Kurdistanê yên têkildarî ticareta digel Îranê nekin.

Berdevkê fermî yê Desteya Wezîran a Herêma Kurdistana Iraqê herwiha got: Herêma Kurdistanê bi serokwezîrê nû yê Iraqê re derbarê firotina nifta Kerkûkê bi rêya borîya niftê ya Herêma Kurdistanê gotûbêj kirîye lê, ew gotûbêjana heta niha nebûne sedema rêketinamê û cihanîna wê di navbera her du alîyan da.