Mijdar 13, 2018 18:00 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê gundekî li Herêma Kurdistana Iraqê da ber bombeyan

Balafirên cengê yên artêşa Tirkiyê gundê Bêpalan li Herêma Kurdistana Iraqê dan ber bombeyan.

Li gorî rapora Bas News`ê, qaymeqamê devera Pişder a Herêma Kurdistana Iraqê ragihand, firokeyên şerr ên Tirkiyê li gundên navça Sengeser a Pişderê dan.

Qaymeqamê Pişderê, Bekir Bayîz, got: Îro derdora saet 09:30`an, çend firokeyên şerr ên Tirkiyê bi heceta hebûna hêzên PKKê,  bintara Qendîlê bi taybet li gundê Bêpalan yê Sengeserê dan ber mûşek û bombeyan.

Bekir Bayîz da zanîn, ji ber wê êrişê tiştek bi xelkê deverê nehat lê xelkê gund gelekî tirsiyan.