Tirkman dixwezin ku li Herêma Kurdiostanê postên hakimiyetî bigirin destê xwe
Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partya Tirkmanî ya li Herêma Kurdistana Iraqê ragihand: "Tirkmanên Herêmê dixwezin ku li postên hakimiyetî û desthilatê wekî posta alîkariya serokwezîrê Herêmê, bi awayekî çalak werin bikargirtin".
Li gorî rapora Kurdpress`ê, Aydîn Merûf ragihand ku kêmîneya Tirkman li Herêma Kurdistana Iraqê, zêde ji her tiştekî istiqrara siyasî û ewlehiya li Herêma dixweze û pêkutiyê dike ku dibê Tirkman li postên desthilatê û birêvebirina Herêmê, pirr werin xebitandin.
Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partya Tirkmanî ya li Herêma Kurdistana Iraqê herwiha got ku Tirkmanên Herêma Kurdistanê hez dikin li biryardayînên siyasî û birêvebirina Herêmê çalak û bibandor bibin û li ser bidestxistina posta alîkariya serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê pêkutiyê dikin.
Wî ragihand ku xwestekeka din a sereke ya Tirkmanên Herêma Kurdistanê, pêkanîna wezaretek ser navê Karûbarên Tirkmana li kabîneya nû ya Herîma Kurdistanê û ispartina birêvebirina wê bo Tirkmanan e.