Birêvebirê giştî yê Rêxistinên Gumrikê li Herêma Kurdistanê: Li ser nemana gumrikê Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li hev kirin
Birêvebirê giştî yê Rêxistinên Gumrikê li Herêma Kurdistana Iraqê diyar kir: Rayedarên Herêmê û hikûmeta navendî ya Iraqê li ser nemana postên gumrikê navbera Herêma Kurdistanê û parêzgehên din ên Iraqê bêyî ti şertekê li hev kirin.
Li gor nûçeya Kurdpressê, Birêvebirê giştî yê Rêxistinên Gumrikê li Herêma Kurdistana Iraqê Samal Ebdulrehman li hevpeyvîna bi malpera nûçeyan a Xendanê diyar kir: Rayedarên Herêmê û yên hikûmeta navendî ya Iraqê li muzakireya xwe ya dawiyê li ser nemana postên gumrikê navbera Herêma Kurdistanê û parêzgehên din ên Iraqê bêyî ti şertekê li hev kirin .
Birêvebirê giştî yê Rêxistinên Gumrikê li Herêma Kurdistana Iraqê got: Postên Gumrikê navbera Herêmê û parêzgehên din ên Iraqê li dij qanûna bingehîn a Iraqê ye û bandoreke xirab ser danûstandinên ticarî navbera wan dike.
Samal Rbdulrehman got: Berî viya jî parlemana Iraqê biryar dabû bi despêbûna karê hikûmeta nû postên gumrikê navbera Herêma Kurdistanê û parêzgehên din ên Iraqê ji holê rake.
Vê demê ser fermana hikûmeta navendî ya Iraqê sê postên gumrikê ser riya parêzgehên Iraqê û parêzgehên Herêma Kurdistanê yên wek Dihok, Mûsil, Hewlêr , Kerkûk û Silêmaniyê hatine danînê.