Şertên PDK bona beşdarkirina partiyên din li dewleta nû
Partiya demokrat a Kurdistanê (PDK) bona beşdarîkirina partiyên din li dewleta nû ya Herêma Kurdistanê şert kivş kirine.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, Arif Teyfûr endamê Polîtebaroya PDKê ragahnd ku partiya wî bona beşdarkirina partiyên din li dewleta nû, hin şert kivş kirine.
Serokê encumena serkirdayetiya PDK li Silêmaniyê li gotûbêja bi beşa kurdî ya VOA`ê re got: PDK ku li gor hejmara kursiyên parlemanê, erkdarê damezrandina dewleta nû ya Herêma Kurdistanê ye, şerta dernekitina ji dewletê di her rewşekê bona partiyên ku daxwaza beşadriya li dewletê ne, kivş kiriye.
Têyfûr destnîşan kir: PDK beşdarnebûna partiyan li dewleta nû pesend dike lê yek ji şertên vê partiyê bona beşdarkirina partiyan li dewleta nû eva ye ku ger beşdarê dewletê bûn, nabe ku parlemanê bikin trîbûnek ji bo dijberî û rexnekirina dewletê bona sernixûnkirina dewletê hewl bidin ger jî rexneyeke wan ji dewletê hebû ji riya nûnerên xwe li dewletê wan bixin rojevê. Vî endamê Polîbaroya PDK destnîşan kir heya dema ku partiyên hanê berpirsiyariya vê yekê nedin PDK dê îzna beşdariya li dewletê ji wan re neyê dayîn û PDK jî êdî hevceyî bi beşdariya wan tine.
PDK li pêncemîn hilbijaryinên parlemanî yên Herêma Kurdistanê bi bidestxistina 45 kursiyan derket pila ewil û dewleta nû jî dê ji aliyê vê partiyê pêk were.
Rayedarên vê partiyê ragahndine ku li gorî hejmara kursiyên partiyan bi wan re li damezrandina dewleta nû yê hevkariyê bike.
Dewleta berê ya Herêma kurdistanê hevalbendiyeke ji pênc partiyên sereke yên Herêma kurdistanê bû ku li dawîn sala karê dewletê û dema ku bi qeyranên siyasî û aborî rûbirû bibû, sê partiyên tevgera Gorranê, Komela Îslamî û Yekgirtûya îslamî ji dewletê derketin.