Mijdar 11, 2018 16:59 Asia/Tehran
  • Hewlêr perestişgeha sereke ya Kurdên Êzdî ji nû ve ava dike

Rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê qala amadetiya vê herêmê ji bo nûvandina ibadetgeha sereke ya Kurdên Êzdî bi navê Laleşê û pira kevn a bi navê "Pireya Delal" wek şûnewarên kevn ên girîng kirin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Ibadetgeha sereke ya Kurdên Êzdî bi navê Laleş û pira kevnar a bi navê Pira Delal li bakurê navçeya Şêxanê ya parêzgeha Dihokê li Herêma Kurdistana Iraqê wek şûnwarên kevn û dîrokî li Iraqê û Herêma Kurdistana Iraqê bala gellekan dikişîne û her salê ne tenê kurdên Êzdî yên Iraqê ji bo cihanîna rêûrismên xwe yên mezhebî li Laleşê kom dibin, belkî gellek ji tûrîstan jî seredana van du şûnwarên kevnar û mezhebî dikin.

DAIŞê di dema êrîşa li ser Şengalê û kurdên Êzdî dest bi xerakirina şûnwarên kevnare, ibadetgeh û şûmwarên mezhebî û heta şûnên mezhebî yên pîroz ên misilmanan kir  û rêvebiriya Herêma Kurdistanê niha ji bo nûvandina van şûnwaran dixebite.