Zêdebûna hejmara eskerên Tirkiyê li quntara çiyayê Qendlê li axa Herêma kurdistana Iraqê
Berpirsê Teşkîlata Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê li navça Biradostê ragihand ku dewleta Tirkiyê hevgavê kivşkirina xelata 12 milyon dularî ya Emerîkayê bona peydakirina serokên PKKê, hejmara eskerên xwe li quntara çiyayê Qendîlê li bakurê Herêma Kurdistanê bi awayekî berbiçav zêde kiriye.
Li gorî rapora KurdPress`ê, Mela Kerîm Biradostî li gotûbêja bi malpera nûçan a SNN`ê re raghand ku artêşa Tirkiyê hejmara eskerên xwe li Herêma Kurdistanê û bi taybet li quntara çiyayê Qendîlê bi awayekî berbiçav zêde kiriye û hejmareke zêde ji eskeran jî bi helîkopterê derbasî navçê kirine.
Berpirsê Teşkîlata Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê li navça Biradostê got ku ev kiryara Tirkiyê piştî kivşkirina xelata 12 milyon dularî ya Emerîkayê bona girtina sê kes ji rêberên PKK cih hatiye û hevgavê wê, pevçûnên navbera hêzên PKK û eskerên Tirkiyê ku li axa Herêma Kurdistanê bi cih bûne, zêde bûye û di her heftiyê çend pevçûn navbra wan diqewimin.
Wî her wiha ragihand ku li rojên derbasbûyî hêzên PKKê çend caran meqer û çeperên eskerên Tirkiyê li navçên curbicur ên axa Herêam Kurdistanê dane ber êrişan û li encama wan çend eskerên Tirkiyê hatine kuştin û hejmarek jî birîbndar bûne û hêzên PKKê jî wêneyên van operasyonan weşandine û hejmara eskerên Tirkiyê jî tên zêdekirin.