Mijdar 11, 2018 10:46 Asia/Tehran
  • Êrîşa firokeyên şêrr ên Tirkiyê ser seyrangehên parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistana Iraqê

Firokeyên şêrr ên Tirkiyê di êrîşa hewayî ya hevdem digel êrîşa topxaneya vî welatî seyrangehên parêzgeha Dihokê li Herêma Kurdistana Iraqê dane ber êrîşê.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Kanala têlêvîziyoniya KNNê ragihand ku duh anku şemiyê, 10ê Mijdara 2018an, firokeyên şêrr ên artêşa Tirkiyê seyrangeh û deverên geştyariyê yên navçeya Şîladziyê li parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistana Iraqê bi giranî dane eber bombeyan.

Topxaneya artêşa Tirkiyê ya bicihbûyî li axa Herêma Kurdistana Iraqê jî hevdem digel van êrîşên hewayî malên xelkê û seyrangehên navçeya Şîladziyê dane ber êrîşên topxaneyî.

Li gorî vê nûçeyê ev êrîş ku qasî saetekê hat domandin, seyrangehên Geliyê Rîkan û Awî Markê ketin ber êrîşê û zêde ji 20 mûşek li van naçeyan ketin û gellek ziyan li mal û heyitiyên rûniştiyên vê navçeyê û firoşfgeh û navendên ticarî ketin.

KNNê ragihandiye ku êrîş di dema hebûna geştyaran li navçeyê pêk hatiye û rûniştiyên navçeyê û geştyar gellek dilgiran kirine.