Cotmeh 22, 2018 07:57 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî: Erka me di çar salên tê da baştirkirina rewşa Herêma Kurdistanê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê bi peyamekê bi boneya ragihandina encamên dwiyê yên Dora pêncan a Hilbijartina parlimanê li Herêma Kurdistana Iraqê, ji partî û tevgerên siyasî yên Herêma Kurdistanê xwest ku aramî û tenahiya li pêvajoya damezirandina dewleta nû ya vê herêmê biparêzin û destnîşan kir: Erka me di heyama çar salên tê da baştirkiirna rewşa Herêma Kurdistanê ye.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanî li vê peyamê ragihand ku ev herêma li warê sekinîna li hemberrî pirsgirêkên li pêşberî xwe tûşî hin şaşitiyan bûye û destnîşan kir ku herêmê tevî hebûna berbend û pirsgirêkên ciddî, yekîtî û aramiya xwe parastiye.

Ev di rewşekê da ye ku encamên dawî yên Dora pêncan a Hilbijartina parlimanê li Herêma Kurdistana Iraqê bûye sebeba nerazîtiya partiyên dihber yên Herêmê.

Ewna Partêya Dêmokrat û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê bi sşûcê sextekariya berfireh tawanbar dikin.

Du partiyên Tevgera Goranê û Yekgirtûya Îslêamî bi fermî encamêîn hilbijartinê red kirine û ragiahndine ku wê yekê napejirînin.

Komîteya Bilind a Hilbijartinê ya Herêma Kurdistana Iraqê Şemiyê bi şev ragiahnd: Partiya Dêmokrat bi serokatiya Mesûd Barzanî bi bidestxistina 45 kursiyan di cîgeha yekem da, Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi wergirtina 21 kursiyan û Tevgera Goranê bi bidestxistina 12 kursiyan bi rêzê di pileyên duyem û sêyem da ne.

Her wiha Partiya El Cîl El Cedîd bi wergirtina heşt kursiyan, Komela Îslamî bi wergirtina heft kursiyan û Nehv El Islah bi wergirtinan pênc kursiyan di pileyên din da ne.

Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê 111 kursî hene ku 11 kursî yên kêmîneyên qewmî û olî ne.