Cotmeh 21, 2018 18:07 Asia/Tehran
  •  Teqezkirina Barzanî û Mekron ser beşdariya hemî iraqiyan li damezrandina dewleta nû ya vî welatî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û serokkomarê Fransayê li gotûbêjeke telefonî ser pêwîstiya beşdariya rastîn a hemî alî û komên iraqî û bi taybet kurdan li prosa siyasî û damezrandina dewleta nû ya Iraqê teqez kirin.

 Li gorî rapora Kurd Pressê li gotûbêja telefonî navbera Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Êmanoel Mekron serokkomarê Fransayê li peywedniyeke  telefonî li bara prosa siyasî ya Iraqê û damezrandina  dewleta nû ya vî welatî gotûbêj kirin.

 Malpera fermî ya taxima  wezîrên Herêma Kurdistanê li vê barê raghand ku Mekron ser pêwîstiya  beşdariya  hemî alî û komên  iraqî û bi taybet kurdan li prosa siyasî ya Iraqê û pêvajoya damezrandina dewleta nû ya vî welatî teqez kiriye.

  Nêçîrvan Barzanî jî  tevî spasiya ji piştgiriyên  Fransayê ji Herêam Kurdistanê teqez kir ku Herêma  Kurdistanê li damezrandina  dewleta nû ya Iraqê beşdariyê dike.

 Wî her wiha spasiya hewldan û rola Mekron li çareserkirina nakokiyên  navbera Hewlêr û Bexdayê û destpêkirina  gotûbêjên  du alî piştî bûyer û nakokiyên  li Cotmeha 2017`an û têkbirina boykotên cihhatî li dijî Herêma kurdistanê kir.

 Her du aliyan li vê gotûbêjê daxwaza berfirehkirin û  xurtkrina peywedniyên  navbera Fransa û Herêma  Kurdistanê kirin.