YNK, piştgîriya xwe ya tam ji dewleta nû ya Iraqê ragihande Ebdulmehdî
Endamekî Konseya rêvebir a Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) pêgîrî kir ku pişta kabîneya ku serokwezîrê nû yê Iraqê pêşniyar kiriye digire û bona bijartina wezîrên taxima dewletê azadî daye wî.
Li gorî rapora Kurdpress`ê, Arêz Ebdulah, endamê Konseya Rêvebir a YNK, berî nîvroja îro şemiyê li gotûbêja bi Ajansa nûçeyan a El Meilûmê re ragihand ku taxima gotûbêjker a vê partiyê li Bexdayê, piştgîriya tam a rêveberiya Yekîtiyê ji kabîneya ku Adil Ebdulmehdî, serokwezîrê berpirsê pêkanîna dewleta nû ya Iraqê, pêşniyar daye Meclisa Nûneran a vî welatî, ragihandiye wî.
Ebdulah di vî warî de pêgîrî kir ku Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) bi Ebdulmehdî re li ser bidestxistina wezaretxaneyan û postên dewletê gotûbêj nekiriye belkî ew ji bo nasandina namzedên postên wezaretxaneyên curbicur ên dewleta nû ya Iraqê û kivşkirina par û pişka Yekîtiyê li dewletê, azad hêlaye.
Vî siyasetmedarê Kurd herwiha destnîşan kir ku YNK di çarçoveya misogerkirina têgeha welatîbûnê, cihahtina qanûna bingehîn a federal, bidawîanîna qeyrana di navbera Bexda û Hewlêrê de û destpêbûna qonaxeka nû di çarçoveya Iraqa yekparçe hewl dide.