Cotmeh 19, 2018 17:41 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî ligel desteyeke Tirkiyê civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya desteyeka perwerdeya Tirkiyê kir û her du alîyan li ser çend mijaran gotûbêj kirin.

Sazîya Weqfê ya Mearif a Tirkîyê yekemîn dibistana xwe ya navnetewî li bajarê Hewlêrê vekir. Ew dibistana bi awayê fermî îro hat vekirinê û rayedarên ku ji Tirkiyeyê hatine û yên Herêma Kurdistana Iraqê di merasima vekirina wê de pişkdar bûn.

Piştî merasîmê Parlamenterê AKP`ê yê Amedê Mehmet Mehdî Eker ligel desteyeke Weqfa Mearifê ya Tirkiyê pêk tê, îro Duşemê (18.10.2018) li bajarê Hewlêrê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinek pêk anîn.

 

Şanda Tirkiyê di hevdîtinê de kêfxweşiya xwe nîşan da û amaje bi girîngiya peywendiyên di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistana Iraqê de kir û hêvî kirin ku peywendiyên dualî bihêztir bibin.

Nêçîrvan Barzanî jî ji ber serdana wê desteyê kêfxweşiya xwe anî zimîn û hêvî kir ku di hemû waran de peywendiyên di navbera Hewlêr û Enqerê de xurtir bibin.

Konsolosê Tirkiyê yê li Hewlêrê Hakan Karaçay, Endamê Lijneya Rêvebirinê ya Weqfa Mearifê ya Tirkiyê Yunus Torpîl, Kordînatorê Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Ramazan Turgut û Dîrektorê Iraqê Muhammed Emîn Şîmşek û rayedarên din beşdarî hevdîtinan bûn.