Cotmeh 17, 2018 09:20 Asia/Tehran
  • Partiyên nerazî bi îdiaya sextekariyê li hilbijartina parlimanî ya Herêma Kurdistanê, gazindeya xwe birin dadgehê

Nûnerên sê partiyên Tevgera Goranê, Komlela Îslamî û Yekgirtoya Îslamî ya Kurdistana Iraqê bi amadebûna li dadgeha Hewlêrê dozek bi îdiaya sextekariya lêi hilbijartina parlimanî ya vê herêmê li dadgehê vekirin.

Li gorî rapora Sêşemiyê bi şev a IRNAyê, Nûnerên van sê tevger û partiyên siyasî îdia kirine ku Partiya Dêmokrat û Yekîtiya Niştîmanî ya vê herêmê nasnameyên sexte li hilbijartinê bi ikar anîne.

Dozvekirina cvan sê tevgeran derbarê sextekriya li hilbijartina parlimanê li halekî ye ku partiyên din ên nerazî li hemberî encamên hilbijartinê heta nih zêde ji 1000 gzinde li Komîsiyona Bilind a Hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê tomr kirine; Lê heta niha bersiveka tu yek ji van doz û gazindeyan nehatiye dayînê.

Li gorî qanûnê, diviya ku Komîsiyona Bilind a Hilbijartinê ya Herêma Kurdistana Iraqê di heyama 72 saetan da encma hilbijartinê rabigihanda, lê piştî derbasbûna 16 rojan, hela jî encamên hilbijartinê nehatine ragihandin.

Hilbijartina parlimana Herêma Kurdistana Iraqê roja 30ê Îlona 2018an li parêzgehên Hewlêr, Silêmaniye û Dihokê hat lidarxistin.