Cotmeh 15, 2018 07:16 Asia/Tehran
  • Gotûbêja Nêçîrvan Barzanî û Emmar Hekîm derbarê pêkanîna dewleta nû ya Iraqê de

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanî şeva buhurî li Hewlêrê pêşwazî li desteyeke payebilind a Hevpeymaniya Çaksazî û Avedankirinê bi serokatiya Emar Hekîm kir.

Desteyeke payebilind a Hevpeymaniya Çaksazî û Avedankirinê bi serokatiya Emar Hekîm ku seredana Hewlêrê kirîye, bi Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê re hevdîtin pêk anî.

Li gorî daxuyaniya ku piştî vê civînê hat dayînê, Seyîd Emmar Hekîm di vê hevdîtinê de pêgirî li ser girîngîya piştgirîya ji dewleta bê ya Iraqê, gotûbêja Bexda û Hewlêrê ji bo çareserkirin û nehîştina pirsgirêk û nakokîyan û pêwîstîya dûrxistina Iraqê ji gêreyên herêmî û navnetewî û meşandina sîyaseta muzakirê kir.

Seyîd Emmar Hekîm herwiha xwest ku dîyalog wekî rêbaza çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de were bikaranînê û ragihand: Bikaranîna mentiqa dîyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkan ser xêra her kesî ye.

Di civînê de behsa qonaxa dahatî ya proseya siyasî ya Iraqê hat kirin û herdu alî nêrîna wan hevbeş bû, ku proseya siyasî ya Iraqê li ser sê bingehên “hevbeşî, wekhevî û lihevkirinê” birêve biçe û kêşeyên Hewlêr-Bexdayê li gorî destûrê bêne çareserkirin.

Di civînê de herwiha tekezî li ser wê yekê hate kirin, ku hemû alî bo qonaxa dahatî hewlên cidî bidin bo pêşxistina Iraqê ji hermû aliyekî ve û kar bo cîbicîkirina daxwaziyên welatiyan, û dabînkirina istiqrar, avedanî û dabînkirina xweşguzeraniyê bikin.

Desteya payebilind a Hevpeymaniya Çaksazî û Avedankirinê ku niha li Herêma Kurdistanê ye, û ji nûnerên fraksyonên Ehrar, Saîrûn, Weteniye, Qerar, Erebiye, Nesir, Hikme û Eniya Hîwar pêk hatîye, duh bi serokê Partîya Dêmokirat a Kuridstanê (PDK), Mesûd Barzanî re jî hevdîtin pêk anî.