Gotûbêja Barzanî û Hekîm derbarê pêkanîna dewleta nû ya Iraqê de
Desteyeke Hevpeymaniya Çaksazî û Avadankirinê bi serokayetiya Emar Hekîm li Hewlêrê ye û ligel serokê PDK civiya û biryar e ligel Polîteburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî bicive.
Li gorî rapora malpera fermî ya PDK`ê, Serokê Partîya Demokerat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî îro li navçeya Pîrmam a Hewlêrê pêşwaziya Emar Hekîm û desteyeke bilinda Hevpeymaniya Çaksazî û Avadankirinê kir.
13 serkirde ji 6 aliyên iraqî di nav wê desteyê de ne û ji bilî Emar Hekîm çend berpirsên din ên Tevgera Hikme û Nesir û Tevgera Sedir, Hevpeymaniya Qerar û Weteniyê ku hemû beşek in ji Hevpeymaniya Çaksaziyê endamên wê şandê ne.
Barzanî di hevdîtina digel vê desteyê de pêgirî kir ku pêwîst e 3 xalên sereke yanî şirîkatî û pişkdarîya rastî, hevsengî û lihevkirin wekî mercên vê partîyê ji bo pişkdarîya di pêkanîna dewleta nû ya Iraqê de bên berçavgirtinê.
Serokê PDK`ê herwiha pêgirî kir ku divê mafên destûrî yên kurdan li Iraqê bên berçavgirtin û dabînkirinê û mêkanîzmeke şefaf ji bo girtina pêşîya binpêkirina mafên murdan ku di salên buhurî de pêk hatine, were kivşkirinê.
Desteya Hevpeymaniya Çaksazî û Avadankirinê jî di vê hevdîtinê de ji mercên Barzanî pêşwazî kirîye û pêgirî li ser vekirina rûpeleke nû li peywendîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û nehîştina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de kir.