Hevdîtina serokomarê Iraqê bi serokeşîrên Herêma Kurdistana Iraqê
Serokomarê Iraqê li hevdîtina bi serokeşîrên curbicur ên Herêma Kurdistanê ser pêwîstiya xurtkirina moral û rûhiyeta hevgirtîbûn û jiyana bi aşitî navbera gel û eşîreyên curbicur ên Iraqê sekinî.
Li gorî rapora Kurd Press` ê, û ji zarê malpera fermî ya serokkomariya Iraqê, Berhem Salih serokkomarê Iraqê bi taximek ji serok eşîrên curbicur ên Herêma Kurdistanê re gotûbêj kir.
Serokomarê Iraqê li vê hevdîtinê ser pêwîsiya xurtkirina rûhiyeta biratî û welatperêziya navbera gelên Iraqê û pêkanîna hevgirtin û jiyana bi aşitî navbera aliyên curbicur ên vî welatî teqez kir.
Berhem Salih got ku pêwîst e Iraqê di pêşerojê de bibe welatekî bihêz ku bikaribe li hemberî gef û talûkeyên pêşberî xwe raweste û xizmetên pêdivî raberî hemî welatiyên xwe bike.
Wî ji hemî serokeşîran xwest ku bila bona gihêştina bi aramiyê li Iraqê û her wiha parastina berjewendiyên hemî aliyan li welêt hewl bidin armanc û daxawziyên xelkê cih werin.