Cotmeh 14, 2018 18:58 Asia/Tehran
  • Hejmartina dengên sandiqên dengan ên biguman li Herêma Kurdistana Iraqê destpê bû

Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsîyê ya Herêma Kurdistana Iraqê hejmartina dengên sandiqên ku gilî derheq wan hebûn û ihtimala sextekarîyê di wan de hebû, destpê kir.

Berdevkê Komsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsîyê ya Herêma Kurdistana Iraqê, Şêrwan Zirar li koma nûçegihanan li şarê Hewlêrê ragihand ku ev Komsyona şopandina gilîyên derbarê demajoya lidarxistina hilbijartinên dewra pêncan a Parlimana Herêma Kurdistanê û hewildana ji bo kivşkirina teqil a encamên hilbijartinan didomîne.

Wî herwiha got ku hejmartina dengên sandiqên ku gilî ser wan û ihtimala sextekarîyê di wan de hebû, îro destpê kir.

Berdevkê Komsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsîyê ya Herêma Kurdistana Iraqê, Şêrwan Zirar herwiha got ku bi dû nirxandina gilîyan û hejmartina dengan, encamên teqil ên hilbijartinan wê bên ragihandin ku partîyên pişkdar dikarin mideha 3 rojan de gilîyên xwe derbarê wan encaman de raberî dadgehê bikin.