Cotmeh 10, 2018 09:22 Asia/Tehran
  • Nadîye Mirad: Hîç karek ji bo vegera awareyên Êzidî nekirine

Balyoza Nîyetpakîyê ya NY û xwedîya Xelata Aştîyê ya Nobelê ragihand ku tu agahîyek derbarê çarenûsa 3 hezar Êzidîyên ku bi destê DAIŞ`ê hatin revandinê de tineye û got ku heta niha tu pêngavek ji bo vegera awareyên Êzidî ser warê xwe nehatîye rakirinê.

Nadîye Mirad keça Kurd a Êzidî ku bi destê DAIŞ`ê hatibû girtinê û xwe ji lepên wan hovana xilas kiribû û çend rojan berî niha ji ber hewildanên berdewam ji bo têkoşîna li hemberî koletî û şîdeta cinsî di şêrr de û alîkarîya bo êxsîrên Êzidî û gorîyên bi destê DAIŞ`ê, wekî sefîra Nîyetpakîyê ya NY hat nasandinê û Xelata Aştîyê ya Nobelê wergirt, li Waşîngtonê ragihand ku hîç agahîyek derbarê çarenûsa 3 hezar kurdên êzidî yên êxsîr di destê DAIŞ`ê de tineye.

Wê herwiha got ku bi dû êrişa DAIŞ`ê ser Şingalê bi dehan hezar kurdên Êzidî êxsîr hatin gritinê û aware bûne ku ji wê hejmarê tenê hejmareke kêm zivirîne malên xwe û hela jî bi sedan hezar awareyên Êzidî nekarîne bizvirin malên xwe û hîç pêngavek ji bo vegera wan nehatîye rakirin.

Nadîya Miradê xwest ku pêngavên pêwîst ji bo jinûve avakirina Şingalê bi merema hêsankirina alîkarîya bo awareyên Êzidî ji bo vegera wan û herwiha alîkarîya bo rizgarbûyîyên ji destê DAIŞ`ê û vegerandina wan ser jîyana asya bên rakirinê.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê di 3`yê Tebaxa sala 2014`an de êrişî Şingalê kir û zêde ji 500 hezar kurdên Êzidî yên vê deverê bûn armanca komkujî û qirrkirinê û bi hezaran Êzidî jî wekî dîl û kole ketin destê DAIŞ`ê.