Cotmeh 10, 2018 08:09 Asia/Tehran
  • Pêkhatina desteya opozosyona Herêma Kurdistana Iraqê ji bo sekinîna li hemberî PDK û YNK`ê

Parlimanterên Tevgera Gorran, Komela Islamî û Nivşa Nû li Meclisa Iraqê, desteyeke hevpar bi merema sekinîna li hemberî kiryarên Partîya Dêmokirata Kurdistanê (PDK) û Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û tişta ku sextekarîya van du partîyana li hilbijartinan bi nav dikin, pêk anîn.

Li gorî rapora Shar Press`ê, parlimanterên Tevgera Gorran, Komela Islamî û Nivşa Nû li Meclisa Iraqê duh desteyeke hevpar pêk anîn.

Hişyar Evdila parlimanterê Tevgera Gorranê li Meclisa Iraqê, di vî warî de ragihand ku armanca pêkanîna vê desteya hevpar sekinîna li hemberî kiryarên Partîya Dêmokirata Kurdistanê (PDK) û Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) nemaze sextekarîya van du partîyana li hilbijartinên Parlimana Herêma Kurdistanê ye.

Wî herwiha got ku van sê partîyana belgeyên sextekarîyên PDK û YNK li hilbijartinên Parlimana Herêma Kurdistanê ji wan nasname û belgeyên naskirinê yên sexte hene û wan ew belge raberî Wezareta Karên Hundur a Iraqê kirine û ew Wezaretxana erkdar e ku wan babetana bişopîne.