Îlon 19, 2018 19:44 Asia/Tehran
  • PDK`ê li hemberî kivşbûna berbijarê serokomarîyê yê YNK bertek nîşan da

Sekreterê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê (PDK) Fazil Mîranî got, Berhem Salih ne berbijêrê wan ê serokomariya Iraqê ye û da zanîn ku ji bo vê postê berbijarê wan jî heye.

Li gorî raporên mêdyayên Herêma Kurdistana Iraqê, di yekemîn berteka PDK ya li hember berbijarkirina Berhem Salih ji bo serokomariya Iraqê ji aliyê YNK ve, Fazil Mîranî ragihand: “Beriya ku YNK ji me re bêje me dizanî dê Berhem Salih bikin berbijar.”

Fazil Mîranî red kir, ku Berhem Salih dê bibe namzedê partiya wan jî û got: “Ez niha nizanim ka dê kî bibe berbijarê PDK lê bê guman divê berbijarê me jî hebe.”

Hêjayê gotinê ye, ku Encûmena Serkirdetiya YNKê îro nameya Berhem Salih a ji bo vegera nav YNK pesend kir û ew wek berbijarê serokomariya Iraqê destnîşan kir.

Hevpeymanîya bo Demokrasî û Dadperwerîyê jî ragihand, ku serokê tevgerê Berhem Salih bi awayeke fermî dest ji karkişandina xwe pêşkeş kiriye û wan jî ev yek qebûl kiriye.