Îlon 18, 2018 17:00 Asia/Tehran
  • Berdevkê YNK: Heke Berhem Salih bizvire nav YNK, wê demê yê bikare bibe berbijarê seromarîya Iraqê

Berdevkê Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) pêgirî kir ku posta serokomarîya Iraqê pişka YNK ye û got ku Berhem Salih heke bizvire nav YNK, yê bikare bibe berbijarê vê postê.

Seidî Ehmed Pîre got ku li gorî rêketinan PDK û YNK, posta seromarîya Iraqê pişka YNK ye. Lê niha tevî hilawêstîmayîna posta serokatîya Herêma Kurdistana Iraqê, desthilata vê postê hela jî di destê PDK de ye û posta serokwezîrtîyê jî di destê vê partîyê de ye, lewma posta serokomarîya Iraqê jî divê pişka YNK bimîne.

Berdevkê YNK pêgirî kir ku hela jî hin nakokî ser vê mijarê di navbera YNK û PDK de hene û her du alîyan hê di vî warî de lihev nekirine û got: Serokwezîrtî, wezaretên çavkanîyên xwezayî û darayîyê, karên navxwe û serokatîya parlimanê di destê PDK de ne û YNK vê yekê qebûl nake.

Lê PDK jî dibêje ku posta serokatîya Herêmê idî namaye lewma divê posta serokomarîya Iraqê ber bi vê partîyê bikeve. Hin çavkanîyên nêzîkî PDK gotine ku PDK wê demê yê posta serokomarîyê bide YNK ku parêzgarîya Kerkûkê bispêre PDK.

Di vî halî de çavkanîyekî sîyasî li Iraqê navên berbijarên serokomarîyê ragihandin.

Li gorî gotina wî, Serdar Ebdulah, Letîf Reşîd, Melebextyar, Fazil Mîranî, Berhem Salih û Selîlm Şûşikî dibin berbijarê serokomarîya Iraqê.

Mesûd Evdilxaliq serokê Navenda Lêkolîn û Mêdyayê ya Standardkurd`ê got: Berhem Salih şansê herî zêde ji bo serokomarîya Iraqê heye.

Mesûd Ebdulxaliq herwiha got: Herçend kurd kurdan derbarê berbijarê serokomarîya Iraqê de lihev nekirine lê, Berhem Salih şansê herî zêde li himber bijareyên din heye û derbasbûna wî nav Qesra Selamê li Bexdayê maye ser biryarên biçarenûs ên wî xwe.