Îlon 17, 2018 21:17 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Helbûsî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li serokê nû yê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî kir û ragihand, “Em hêvîdar in parlamentoya nû pabendê hemû madeyên destûrê be.”

Îro serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanî bi daxuyanieyeke nivîskî pîrozbahî li serokê nû yê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî kir û got: “Ji ber hilbijartina wek serokê parlamentoya Iraqê bi dilekî xweş pîrozbahiyeke germ li we dikim, ji ber erkê ser milê we hêviya serkeftinê dixwazim.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Em hêvîdar in parlamentoya Iraqê di vê gerê de erkên xwe yên giran bi awayekî serkeftî birêve bibe û di warê bihêzkirina bawerî, hevbeşiya rast, hevsengiya di nav pêkhateyan de, di çarçoveya pabendbûna li tevahîya madeyên destûra bingehîn a Iraqê de ji bo bidestxistina dadperwerî û cîbicîkirina bingehên demokrasî, firehalîtî û istiqrara siyasî û aramiya li Iraqê û ji bo jiyaneke bi serbilindî û xweşguzeranîya hemû pêkhateyên wî de rola xwe bilîze.”

Barzanî got: “Bi geşbîniyeke mezin em li rola we mêze  dikin û hêviya serkeftinê ji we re dixwazin.”

Roja 15`ê Îlona 2018`an parlamentoya Iraqê bi 169 dengan Mihemed Helbûsî wek serokê nû yê parlamentoyê hilbijart.

Mihemed Rêkan Helbûsî di sala 1982`an de li navçeya Germe ya parêzgeha Enbarê jidayik bûye.

Helbûsî di navbera salên 2014 û 2017ê de parlamenterê Fraksiyona Hel an ku çareserî ya Sunniyen bû, ku serokatiya vê fraksiyonê Cemal Kerbûlî dike.